Li Bexdayê çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava

Şêniyên Bexdayê ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê li hev kom bûn û diyar kirin ku civak navneteweyî û aliyên pêwendîdar divê ji bo parastina sivîlên li Sûriyeyê bi berpirsyariya xwe ya exlaqî û hiqûqî rabin.

Li Cadeya Mutenebî ya Bexdayê komek çalakvan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kombûn. Belavok belavkirin û daxuyaniyek li ser metirsiya li ser Rojavayê Kurdistan û Iraqê dan.

Li ser navê çalakvanan Şirovekarê Siyasî Subhî Bedrî daxuyaniyek xwend û got: “Em wek Însiyatîfa gel a ji bo parastina Iraqê, bi fikarek zêde bang li raya giştî, navxweyî û herêmî dikin ku pêşhatên metirsîdar yên li Sûriyeyê wê bandorek nerênî li ser ewlehî û aramiya Iraq û herêmê bi giştî çêke.”

Di dewamê de êriş û binpêkirinên li ser Kurdan û kêm netewên din ên li Sûriyeyê hat şermezarkirin û hate gotin; “Ji aliyê komên çekdar û kirêgirtî yên biyanî ve gelek binpêkirin tên kirin. Ev binpêkirinek eşkere ya yasayên navdewletî û mafên mirove.”

Her wiha hat diyarkirin ku derketina bi sedan çeteyên DAIŞ’î yên tûndrew ji girtîgehên li Sûriyeyê, hewl tê dayîn ku rêxistina DAIŞ’ê ji nûve were zindîkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin: “Pêwîste civaka navdewletî û aliyên peywendîdar berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û yasayî ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê bicih bînin. Pêwîste hikûmeta Iraqê tedbîrên ewlehiyê li seranserî sinorê li gel Sûriyeyê bigre û bihêz bike. Pêwîste hewldanên herêmî û navdewletî yên ji bo rûbirûbûna van metirsiyan zêdetir bike.”